Cengîz Çandar: Îhtimala kûdetaya leşkerî li Tirkiyê heye

14-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rojnamevanê navdarê tirk Cengîz Çandar, behsa mijarek balkêş kir û ragihand, li Tirkiyê “heta niha jî îhtimala kûdetaya leşkerî heye”.

 

Nivîskar û rojnamevanê navdarê tirk di nivîsa xwe ya îro (14.03.2014) de ku di rojnameya Radîkalê de hatiye belavkirin, bal kişandiye ser mijarek girîng û balkêş.

 

Çandar, ku nivîsa xwe ya îro li bajarê Mîlano û di kevana semînara xwe li ser rewşa Tirkiyê nivîsiye, behsa hevdîtina xwe û rewşenbîrê misrî yê bi navê Behcet Qurbanî dike û dibêje, profesor Quranî beriya semînarê ji min pirsî: “Gelo li Tirkiyê îhtimala wê heye ku dîsa leşker vegerin?”

 

Cengîz Çandiar di berdewamiya nivîsa xwe de wiha tîne zimen: “Helbet mebesta wî profeserê misrî ji vegera leşker, encamdana kûdetaya leşkerî bû. Ev pirs ji yek ji rewşenbîrên welatekî ve hat kirin ku li wir Îxwan Muslimîn salekî hat ser desthilatê lê paşê bi rêya serhildaneke mezin a gel kûdetaya leşkerî ji aliyê general Ebdilfettah Sîsî ve hat kirin. Yê ku pirs pirsiye jî ji her du aliyan jî dûr e.”

 

Çandar dibêje, min jê re gotiye eger tee v pirs beriya demekî li min bikira minê wiha bersiva daba “qet tiştekî wisa mumkin nîne”, helbet niha jî gellek tirk di vê baweriyê de ne lê vê gavê îhtimala vê yekê heye û min sedema wê jî re got: “Tayîb Erdogan bi leşkeran re ketiye nav Faustian Pactê”.

 

Wî rojnamevanê tirk di şiroveya gotina “Faustian Pact”ê de dibêje, wateya vê gotinê ew e ku mirov bi Şeytan re jî li hev dike. Erdogan jî niha bi leşkeran re li hev kiriye lê yek ji destkeftên herî mezin ên hikûmeta Erdogan, nehîştina serdestiya artêşê bû li Tirkiyê û doza Ergenekonê jî mînaka vê yekê bû lê tohmetbarên herî girîng ên vê dozê her wiha tohmetbarên bûyerên herî tarî yên Tirkiyê wisa hat berdan te digot qet dadgehê biryara bêgunehiya wan daye.

 

Çandar dibêje, berdana van tohmetbaran di rastiyê de tê wateya rêkeftinek nû bo veşartina gendeliyê, ev jî zêdetir wîjdana mirov birîndar dike, ji ber wê jî bersiva pirsa “gelo li Tirkiyê heta niha jî îhtimala kûdetaya leşkerî heye?” kurt û eşkere ye: Belê, heye.

 

Tê zanîn, di dîroka Komara Tirkiyê de gellek caran kûdetayên leşkerî çêbûne ku herî dawî 12ê Îlona 1980an li dijî hikûmetê çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst