155 Filistînî bi balafirê birin Tirkiyeyê

14-02-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Nexweşên Filistînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 49 nexweşên Filistînî û 107 kesên bi wan re ji bo dermankirinê bi balafira kargoyê ya leşkerî birin Tirkiyeyê.

Balafira leşkerî ya girêdayî Wezareta Parastina Tirkiyeyê ji balafirgeha El Arîşê ya Misirê rabû û xwe li Balafirgeha Etîmesgutê ya Enqereyê danî.

Di balafirê de tîmên tenduristiyê jî amade bûn.

Nexweşên Filistînî bi ambulansên ku li Balafirgeha Etîmesgutê amade bûn rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Bilkentê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst