Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û civîna bi Serokkomarê Tirkiyê re de got “Ji bo derbirîna hevxem û dilsoziya xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, min serdana Tirkiyê kir û Min serdana mexdûrên erdheja 6ê vê mehê kir.”
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di çendîn hevdîtinan de li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û qurbaniyên wê karesatê, min hevxemiya xwe ji gelê Tirkiyê re ragihand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo qurbaniyên wê karesatê dupat kir.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Min pîrozbahî li dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîmên hawarçûnê kir ku di destpêka karesatê de çûne navçeyên wêranbûyî ji bo rizgarkirina qurbaniyan.”
Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 serdana çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û wan herêmên erdhejê bike ku di encama erdheja 6ê Sibatê de, zirareke mezin a canî û maddî gihîştiye wan deran.
Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya Dîlokê de got "Amadebûna me ji bo ku em xem û wefadariya xwe ya bi gelê Tirkiyê re bînin ziman; Li navê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re dixwazin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse