Jinek 26 salî piştî 201 demjimêran bi saxî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, di nehemîn roja erdhejê de jinek bi saxî hat rizgarkirin.

Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Li parêzgeha Hatayê, piştî 201 demjimêran ji erdhejê jinek ji bin kavilên avahiyên herifî bi saxî hat rizgarkirin.

Tîmên rizgarkirinê di dema paqijkirina kavilan de rastî Emine Akgul a 26 salî, ku bêdeng û tevger bû hatin. Emine Akgul ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkirin û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Karmendekî tîmên rizgarkirinê got: “Destpêkê şofêrê makîneya kar dît. Piştre tîmên rizgarkirinê midaxele kirin. Bêtevger rawestiya bû. Ji cihekî hevraz û bilind hat derxistin.”

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.

Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 31 hezar û 974 kesan di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane.