Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro li navenda AFADê dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Sêşemê bi serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li navenda AFADê dicive.

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, piştî erdheja 6ê Sibatê ku li 10 parêzgehan bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan, îro Sêşemê 14ê Sibata 2023ê demjimêr 15:00 lo Navenda Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD)dicive.

Mijara sereke ya civînê, dê karesata erdhejê be. Li gor agahiyan dê hinek wezîrên ku li deverên erdhejê ne bi video konferans beşdarî civînê bibin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku dê tekane mijara civînê erdheja Mereşê be. Tê çaverêkirin Erdogan piştî civînê biryarên di civînê de hatine wergirtin bo raya giştî rabighîne.