TGS: Rojnamevanên li herêmên erdhejê rûbirûyê erîşan dibin

14-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Rojnamevan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) derbarê rojnamevanên li herêmên erdhejê kar dikin de ragihand, “Desthilat bi destê trolan gefan li rojnamevanan dixwe û hedef nîşan dide.”

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê ragihand ku rojnamevanên li herêmên erdhejê kar dikin, gef li wan tên xwarin û rûbirûyê êrîşan dibin.

TGSê li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê got: “Desthilat bi destê trolan gefan li rojnamevanan dixwe û hedef nîşan dide. Hevpîşeyên me yên ku li qadê bi hêjayî karên xwe dikin rûbirûyê êrîşan dibin. Li şûna ku hûn rastiyan veşêrin, berovajî bikin, propagandayê bikin bi pêçandina birînan ve mijûl bibin. Ya pêwîst ev e.”

Li çend herêmên erdhejê rojnamevanên ku pêvajo dişopandin, rûbirûyê gef û êrîşan bûbûn.

Rojnamevan Rabîa Çetîn jî diyar kir ku dema li Semsûrê rewş dişopan rastî êrîşa cerdevanan hat û ji aliyê komek erdhejzedeyên lîncê hatiye rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst