Suleyman Soylu gefa kuştinê li Murat Karayilan xwar

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gefa kuştina berpirsê pilebilind ê PKKê Murat Karayilan xwar û ragihand, di tola wan 13 dîlên ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, “eger em Karayilan negirin û nekin hezar perçe, bila ev millet tifî nav çavê me bike”.

Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê, carek din berpirsatiya 13 dîlan xiste stuyê PKK ê û ragihand, di dema êrîşa artêşa Tirkiyê ya bo ser Çiyayê Gare de, PKKê 13 dîlên Tirkiyê yên di destê xwe kuştine. Soylu herwiha Murad Karayilan weke berpirsyarê kuştina wan 13 dîlan nîşan da û gefa kuştina wî û perçe perçekirina laşê wî xwar.

Soylu di peyameke twîtterî de ragihandiye, ew dê Murad Karayilan, serkirdeyê pilebilnd ê PKK bigrin û eger ew nekarin wî karî bikin, bila xelkê Tirkiyê tifî nav çavê wî bikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê wiha nivîsandiye: “13 ewladên me ku 6 sal beriya niha ji aliyê PKKê ve hatibûn revandin û li bakurê Iraqê esîr bûn, bi awayekî ketî û bêbextî hatin kuştin.

Soylu dibêje: “Di ser vê de jî hêj jî hinek pîs hene ku hewl didin PKKê biparêzin. Hin bê heysiyet hene ku ji daxuyaniyên xwe yên weke PKKê şerm nakin û li heman derewan xwedî derdikevin. Hesabê tiştên ku ewladên me û malbatên wan kişandine, hat pirsîn û dê were pirsîn jî.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di berdewamiya peyama xwe de wiha dibêje: “Eger em nekarin Murat Karayilan bigirin û bikin hezar perçe, bila ev millet û şehîdên me tifî rûyên me bikin.”

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de dibêje tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye. HPG herwiha ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de amarên taybet bi şerê li Gare belav bikin.

Di êrişa Tirkiyê bo ser Çiyayê Gare de, 13 dîlên Tirkiyê yên di destê PKKê de jî hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan dîlan tometbar dikin.

Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê yên weke Wezîrê Berevaniyê, Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihandine, ew dîlên PKKê di dema operasyona Gare de kuştine, “sivîl” bûne.

Lê berprisekî din ê Tirkiyê bi aşkerekirina nasnameya dîlên kuştî yên li Gare, wan daxuyaniyan tevde red dike. Parêzgarê Meletiyê, Aydin Baruş îro Yekşemê 14ê Sibata 2021 ragihand, nasnameya 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, hatiye diyaririn û tekez kir, xebata ji bo diyarkirina nasnameya 3 kesên din hêj berdewam e.

PKK dibêje, Tirkiyê bi taybet êrişî kampeke esîran kiriye daku wan bikuje.

Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandiye, “Dewleta Tirk ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir. Êrişa li ser kampa êsîran bi ti awayî ne ji bo xilaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.”

Pêştir Fermandariya HPGê li navçeya Gare di roja duyem a operasyonê de ragihandibû ku firokeyên şer ên Tirkiyê kampek bordûman kirine ku hejmarek dîlên şer têde bûn.