Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li ser hinartina petrolê civiyan

14-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re li ser hinartina petrolê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê hevdîtin pêk anî.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro (14.02.2014) li Stenbolê bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Sekreterê Rojnamevaniyê yê Serokwezîr Barzanî, Samî Ergoşî li ser naveroka hevdîtinê ragihand, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê her wiha pirsa petrol û enerjiyê û guhertinên dawî li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di hevdîtina Barzanî û Erdogan de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî û Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz jî beşdar bibûn.

Ligel dijberiya tund a Bexdayê li hember hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, Hewlêr û Enqere li ser cîbicîkirina rêkeftina hinartina petrolê rijd in û hevdîtinên xwe li ser vê mijarê didomînin.

Herêma Kurdistanê niha rojane 15 hezar bermîl petrol bi rêya boriyê re dişîne Tirkiyê lê li gorî plana Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, heta dawiya sala 2014an dê rojane 400 hezar bermîl petrol bi rêya boriyê re derbasî Tirkiyê bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst