Li Parlamentoya Tirkiyeyê komeke nû hat avakirin: ‘Yenî Yol’

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koma Yenî Yolê Partiya Saadetê Partiya Paşerojê Partiya DEVAyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê komeke nû ya bi navê Yenî Yolê (Rêya Nû) hat damezirandin.

Koma Yenî Yolê (Rêya Nû) ji Partiyên Saadet, Paşeroj û DEVAyê pêk tê.

Partiyên Saadetê, Partiya Demokrasî û Bipêşveçûnê (DEVA) û Partiya Paşerojê di çarçoveya “partiya ban”  de bûn yek û li Parlamentoya Tirkiyeyê koma Yenî Yolê (Rêya Nû) ava kir.

Li gorî zanyariyan karûbarên damezirandina koma Yenî Yolê temam bûne.

Parlamenterên Partiyên Saadet, Paşeroj û DEVAyê daxwaznameyên derbarê îstifakirina ji partiyên xwe û derbasbûna koma nû pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya kirine û bi vî awayî jî koma Yenî Yolê (Rêya Nû) hat avakirin.

Parlamenterê Partiya Saadetê Bulent Kaya wekî Serokê Komê hatiye destnîşankirin û Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Erkmen û Parlamenterê Partiya Paşerojê Selçuk Ozdag jî wekî wekîlên serokê komê hatin diyarkirin.

Li gorî zanyariyan koma Yenî Yolê (Rêya Nû) roja çarşemê civîna xwe ya yekem a li Parlamentoya saz dike.

Tê pêşbînîkirin ku Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan di civîna yekema a komê de biaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst