Bahçelî: Divê di civîna duyem a Îmraliyê de fesixkirina PKKyê bê ragihandin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Agirbest Devlet Bahçelî DEM Partî Heyeta DEM Partiyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî diyar kir ku "çarenivîsa Kurd û Tirkan yek e" û ti kes nikare nakokiyê bixe navbera wan.

Devlet Bahçelî amaje bi wê yekê kir di civîna duyem a heyeta DEM Partiyê û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de divê fesixkirina PKKyê bê ragihandin.

Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de axivî.

Bahçelî got, "Dawiya rêxistina terorê hatiye. Divê bê şert û merc were ragihandin ku PKK qediyaye.

Di hevdîtina duyem a di navbera şandeya DEMê û Îmraliyê de divê were ragihandin ku hebûna PKKyê ya rêxistinî bi dawî bûye, bi terorê ti encam nehatiye wergirtin û ev rûpela bixwîn ku bi dehan bedel hatiye dayîn hatiye girtin. Daxwaza me ya qetî û bêtewîz ev e."

Serokê MHPyê li ser serdana şandeya DEM Partiyê ya hefteya borî jî nirxandin kir û got, "Serdanên DEMê dilxweşker in. Li cem me jî erênî pêk hatin."

Bahçelî li ser Rojavayê Kurdistanê jî wiha got:

"Li kû derê çavkaniya terorê hebe, bi taybetî li rojhilatê Feratê, divê Komara Tirkiyeyê li gorî prensîbên parastina rewa wan deran têk bibe.

PKK/YPG divê ji Sûriyeyê derkeve û divê her du aliyên Feratê ji terorê were paqijkirin."

Serokê MHPyê wisa domand:

"Heta ku em kortala mirinê ya ku dixwazin 1,5 sed sal e di navbera Tirk û Kurdan de vebe bi temamî û ji bo her dem negirin, em dê çawa wateya rastîn bidin bangkirina biratiya hezar salan?

Ji bo ku navbera me xera bikin û têkiliyên me yên mirovî, Îslamî û neteweyî têk bibin, hemû derew û bûxtan derxistin holê.

"Me nekarî xwe bi ti awayî bidin fêmkirin"

Di demekê de ku eşkere ye fitneyê ji kufrê xirabtir e, bêyî ku guh bidin vê yekê, wan gotegotên herî xerab, herî hovane û herî tund li ser laşê neteweyî belav kirin.

Wan xwest jehr wekî ava zemzemê bidin vexwarin. Ji bo ku Partiya Tevgera Neteweperest û Kurdan wekî dijmin nîşan bidin, propagandayeke xiyanetkar a navxweyî û derveyî berdewam kirin û geş kirin.

Ez mikur têm ku me çi kir, me çi got, me nekarî xwe bi ti awayî bidin fêmkirin.

Diyar e ku me nekarî dostanî û rêzgirtina xwe bi awayê pêwîst nîşan bidin.

Tevî ku me ti carî li birayên xwe yên Kurd bi çavekî çewt nenêrî. Me tu carî ew wekî 'yên din' û pirsgirêk nedîtin.

Me her tim bi mêrxasî parastiye ku em bi hev re neteweya Tirk in.

"Pêşmergeyê li Hewlêrê nikare ji min zêdetir li we xwedî derkeve"

Ha binêrin min di civîna li qada vekirî ya Amedê ya 6ê Hezîrana 2011an de çi gotibû:

"Hûn endamên wekhev, birûmet û bêhempa yên neteweya Tirk in.

Hûn her tiştê me ne. Hûn di diayên me de ne, di dilê me de ne, di zimanê me de ne. Bi vê jî baş bizanin ku yên li Washingtonê nikarin ji min zêdetir ji we hez bikin.

Yên li Brukselê nikarin ji min zêdetir we fêm bikin.

Pêşmergeyê li Hewlêrê nikare ji min zêdetir li we xwedî derkeve. Qedera Tirk û Kurdan bi hev re hatiye nivîsandin."

"Hevdîtinên DEM Partiyê erênî ne"

Serokê MHPyê amaje bi hevdîtinên heyeta DEM Partiyê jî kir û got:

“Hevdîtin û serdanên DEM Partiyê li cem me bi rengekî erênî pêk hatin.

Em kêfxweş in ku em mînakên şarezayî û rêbaza baş dibînin.

Di vê çarçoveyê de her kesê ku piştgiriyê dide Tirkiyeya bê teror û bi dilsozî û bê pêşdarazî tevdigere, beşek ji hewldaneke hêja ye.

Wextê wê hatiye ku em bi hev re mafê nan û ava ku em dixwin, axa ku em li ser digerin û neteweya ku em pê serbilind in biparêzin.

Ti rê nemaye ji bilî ku em terorê têk bibin, rayên cudaxwaziyê bibirin û bi hev re di dîrok û çanda hevpar de bibin yek.

Ji bo rêxistina terorê dawî hatiye, derya qediyaye û ti şax nemane ku xwe bigirin.

Piştî hevdîtina duyem a di navbera heyeta DEMê û Îmraliyê de divê bê ragihandin ku hebûna rêxistinî ya PKKyê bi dawî bûye û encam bi terorê nayê standin û ev rûpela xwînî piştî dayîna gelek bedêlan hatiye girtin.

Hêviya me ya bê şert û merc ev e.

Divê PKKyî yan çekên xwe veşêrin yan jî bi çekên xwe ve teslîm bibin yan jî rûbirûyê encama xwe ya neçar bibin.

Ez bi xeteke stûr dibêjim ku bi terorê ti danûstandin û gotûbêj nabe, tenê şer tê kirin.”

"Divê li Sûriyeyê çek bên danîn"

Devlet Bahçelî di beşeke din a axaftina xwe de behsa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha axivî:

“Li başûrê rojhilatê Sûriyeyê divê endamên rêxistina terorê ya PKK/YPGê guh bidin bangên hikûmeta Sûriyeyê.

Divê çek bên danîn û were dîtin ku bi rêbaza terorê ti encam nayên standin.

Erkê Komara Tirkiyeyê ye ku li her derê axa me ya cîran û çavkaniyên terorê êrişî bike û bi taybetî jî li rojhilatê Feratê li gorî prensîbên parastina rewa terorê têk bibe.

Ew welatên ku bi rûyê dostanî û hevalbendiyê piştgiriyê didin rêxistinên terorê, ev yek li ti pirtûkan û rêbazan nakeve û bêprensîpî ye.

Çemê Feratê çemê biratiyê ye. Ya ku bi vî çemê sînorderbaz tê veguhastin ne dijminahî ye, bereket e.

Ya ku diherike hêviyên erdnîgariya me, girêdanên me yên bawerî û dîrokî û bîranînên hêja ne.

Ez dibêjim, divê Rojhilatê Feratê yan ji terorê bê rizgarkirin yan jî were rizgarkirin.

Divê PKK/YPG ji Sûriyeyê derkeve û nasnameya wê ya rêxistinî bi dawî bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst