Rikberiya partiyan li ser hilbijartinên şaredariyan

14-01-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rikeberiya di navbera aliyên siyasî de her ku diçe tûndtir dibe
Rikeberiya di navbera aliyên siyasî de her ku diçe tûndtir dibe
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hevdîtinên di navbera partiyên siyasî de ji bo dirustkirina hevpeymaniyên helbijartinên xwecihî berdewam in.

 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji aliyekî ve amadekariyên hilbijartinên şaredariyan têne kirin, ji aliyê din ve jî rikeberiya di navbera aliyên siyasî de her ku diçe tûndtir dibe. Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqere Şewket Herkî li ser vê mijarê vîdeo-grafîkek  amade kiriye.


AK Partî û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) li jên hevpeymaniya Cumhur heta niha li ser 30 bajaran gehiştine rêkevtinê.


Partiya Komarî ya Gel (CHP) û ÎYÎ Partî li jêr hevpeymaniya Millet Gel hewil dide ku li ser çend bajaran li hev were û hêza bereya desthilatê kêm bike.


Ji bilî van herdu hevpeymaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li Bakurê Kurdistanê ligel 7 partî û rêxistinên Kurdan, Îtifaqa Kurdistanî pêk aniye.


-Helbijartinên heremî dê 31ê Adarê werin kirin.


-Helbijartin dê ji bo şaredariyên 81 bajar û 957 navçeyan werin kirin.


-AK Partî û MHP hevpeymaniya xwe temam kirin.


-Li 6 bajaran namzetên AK Partiyê nabin.


-AK Partî û MHPê li 60 navçeyan hevpeymanî pêk anîye.


-MHP li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê piştgiriya AK Partiyê bike.


-CHP û ÎYÎi Partî di nav danûstandinan de ne.


-CHP dixwaze li Îzmîrê tenê namzedê wê hebe.


-ÎYÎ Partî daxwaza navçeyên Eskîşehîrê hevpeymana xwe CHPê dike.


-Li Orduyê CHP û ÎYÎ Partî nêzîkî rêkevtinê bûne.


-Lİ Semsûrê CHP, ÎYÎ Partî , Partiya Saadet û HDP li hev kirin.


-ÎYÎ Partî naxwaze HDP bikeve nav hevpeymaniya Milet.


-Partiya Saadetê piştgiriya Hevpeymaniya Milet dike.


-HDPê hevpeymaniya Kurdistanê ragihand.


-HDP dixwaze hevpeymaniyan li gel aliyên Tirkiyê jî bike.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst