Hunermend Ferhat Tunç hat binçavkirin

14-01-2019
RÛDAW
Nîşan Ferhat Tunç Stenbol Binçavkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Ferhat Tunç duh bi şev dema ji Almanyayê vedigeriya, li balafirxaneyê hat binçavkirin û îro bo dadgehê hat veguhestin.

 

Hunermendê Kurd ê ji Dêrsimê Ferhat Tunç, duh bi şev dema ji Almanyayê vedigeriya li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû binçavkirin.

 

Ferhat Tunç li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li balafirxaneyê jê re gotine ku "tu ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têyî daxwazkirin" û dest bi rêkarên binçavkirinê kirine.

 

Tunç duh bi şev li binkeya polîsan a balafirxaneyê hatiye girtin û vê sibê bo dadgehê hatiye veguhestin.

 

Parêzerê Tunç, Fatma Hopikoglu ragihand ku hunermendê Kurd ji bo pişkinîna tendirustiyê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û ji wir jî dê bo Dadgeha Bakirkoyê were veguhestin.

 

Fatma Hopikoglu eşkere kir ku sedema binçavkirinê ji ber du dosyeyên li Amedê ye, lê naveroka dozê nizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst