MÎT: Ti pêwendiya me bi bûyera Parîsê re nîne

14-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Sîxorî ya Millî ya Tirkiyê (MÎT) ragihand, ti pêwendiyek wan bi bûyera kuştina 3 jinên PKKî li Parîsê re nîne û belgel û dengên ku hatine belavkirin jî bo lawazkirina MÎTê tên kirin.

Ev çend roj in, di torên civakî û medyaya Tirkiye û cîhanê de tomarek dengî hatiye belavkirin ku tê gotin ew kesên ku di tomarê de bi hev re diaxifin, yek ji wan tohmetbarê serekî yê kuştina 3 jinên PKKî, Omer Guney û yên din jî rayedarên MÎTê ne.

Derheqê vê îdiayê de, MÎTê di daxuyaniyekê de ragihand, bi ti awayî pêwendiya MÎTê bi bûyera kuştina 3 jinên PKKyî (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Lelya Şaylemez) re nîne.

Di daxuyaniya MÎTê her wiha hatiye gotin, ji ber ku MÎTê di pêşxistina pêvajoya aştiyê de rolek aktîf lîstiye hinek dixwazin bi belavkirina van belge û tomarên dengî dixwazin endamên wan eşkere bikin û nehêlin ew karên xwe bikin.

Di dawiyê de MÎTê ragihandiye ku ew li gorî qanûna hejmar 2937 erkên xwe dikin û dê ji vir û pêde jî li ser erkên xwe rijd bin û daye zanîn, li ser wan îdiayan di nav xwe de lêpirsîn dane destpêkirin.

Beriya MÎTê, wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî, derheqê tomara dengî de gotibû, yên ku dibêjin destê MÎTê di bûyera Parîsê de buxtanan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst