Bekir Bozdag: Yên dibêjin MÎT tevlî bûyera Parîsê bûye buxtanan dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, piştî civîna digel komîsyona dadê ya Parlamentoya Tirkiyê derheqê tomara dengî ya ku tê gotin dengê tohmetbarê kuştina 3 jinên PKKyî Omer Guney ye, ragihand, yên ku dibêjin MÎT tevlî wê bûyerê bûye buxtanan dikin.

Ev çend roj in tomarek dengî li ser torên civakî hatiye belavkirin. Tê gotin yek ji wan kesên ku dengê wan di tomarê de heye, tohmetbarê serekî yê doza kuştina 3 jinên PKKyî, Sakîne Cansiz, Fîdan Dodan û Leyla Şaylemez, Omer Guney e. Di tomara dengî de Omer Guney behsa plana kuştina wan jinên PKKyî ji du kesên din re dike. Tê gotin ew kesên ku bi Guney re dipeyîvin, endamên MÎTê ne.

Derheqê vê îdiayê de, wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, îro (14.01.2014) li Enqerê piştî ku bi komîsyona dadê ya parlamentoyê re li ser guhertinên di nav encumena dozger û dadweran (HSYK) a Tirkiyê re civiya, ji rojnamevanan re ragihand, dozgeriya giştî ya Enqerê derheqê kuştina 3 jinên PKKyî li Parîsê dest bi lêkolînê kiriye û da zanîn, derheqê tohmetbar Omer Guney bi tohmeta endamtî û meşandina xebatên PKKê û encamdana sûcê kuştinê lêpirsîn tê kirin.

Bekir Bozdag her wiha anî ziman, yên ku dibêjin MÎT tevlî kuştina 3 jinên PKKî bûye buxtanan dikin û wiha got: “Me hemû hewlên xwe bo eşkerekirina dest û kesên ku li pişt vê bûyerê hene, xistiye hereketê. Emê di demê pêş de encamên lêkolînê ji raya giştî re eşkere bikin.”

Duh jî, wekîla koma BDPê li Paralmentoya Tirkiyê Pervîn Bûldan, piştî ku serdana Balyozxaneya Fransa li Enqerê kir ragihand, divê Fransa kujerên her 3 jinên PKKyî eşkere bike û got, bêdengî tê wateya beşdarbûn di sûc de.

Bûldan li ser tomara dengî ya ku tê gotin dengê Omer Guney e, got: “Niha zû ye em li ser vê yekê tiştekî bêjin lê divê rayedarên Tirkiye û Fransayê guhê xwe bidin wê tomara dengî. Em hêvîdar in ew tomar di derxistina rastiyan de bibe alîkar.”