“3 serkirdeyên Qaîde li Tirkiyê hatin girtin”

14-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hat ragihandin ku polîsê Tirkiyê opersyonek li dijî endamên rêxistina Qaîde li çend navçeyên Tirkiyê dane da destpêkirin.

Li gor medyaya tirkî, polîs û hêzên ewlekariya Tirkiyê ew operasyon li 6 parêzgehan pêk anîn û di encam de 3 serkirdeyên girîng yên Qaîde li Tirkiyê û Rojhilata Navîn girtin.

Her li gor medyaya wî welatî, di lêkolînan de derket ku di nava girtiyan de zilamê duyem ê Qaîde li herêmê Îbrahîm Şan û berpirsê yekem ê Qaîde li Tirkiyê Halis Bayancok hene.

Hat ragihandin ku ew her du kes çekdaran ji bo şer dişînin Sûriyê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst