Raportorê Parlamentoya Ewropayê bi DEM Partiyê re civiya

8 demjimêr berê
Nîşan Nacho Sanchez Parlamentoya Ewropayê DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez û şandeya pê re li gel hevserokên DEM Partiyê civiyan.

Nacho Sanchez û şandeya pê re îro li Enqereyê seriyek da DEM Partiyê.

Şandeya Parlamentoya Ewropayê ji aliyê hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullari û Tuncer Bakirhan ve hat pêşwazîkirin, pişt re jî civîna her du aliyan dest pê kir.

Hevberdevkên Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay û hevserokên şaredariyan Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê (Ahmet Turk, Devrîm Demîr, Gulistan Sonuk, Saniye Bayram û Mehmet Karayilan) jî beşdarî civînê bûn ku ku qeyûm li cihên wan hatine danîn.

Li gorî agahiyan, DEM Partiyê li ser qeyûmên ku salên 2014, 2019 û 2024an li ser şaredariyên HDP û DEM Partiyê hatine danîn raporek pêşkêşî şandeya Parlamentoya Ewropayê kiriye.

Di civînê de hatiye diyarkirin ku ew qeyûm bi awayekî neyasayî hatine danîn. 

Her wiha behsa bandora polîtîkayên qeyûman a li ser jiyana siyasî û hiquqî jî hatiye kirin.

Şandeya Parlamentoya Ewropayê û DEM Partiyê her wiha mijarên wekî “Doza Kurdan, bidawîanîna tecrîda li Îmraliyê, êrişên li ser mixalefetê, rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û bandora wan a li ser Tirkiyeyê” nirxandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst