Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê beşên mayî yên Sûriyeyê jî ji rêxistinên terorê rizgar bikin û zemîna pêwîst amade bikin da ku birayên me bigihin hêlînên xwe.”
Erdogan li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê beşdarî kongreya AK Partiyê bû.
“Dê Heleb, Îdlib, Hema, Şam û Reqa wilayetên me bûya”
Erdogan amaje bi rûdanên dawiyê yên li Sûriyeyê da û got:
“Eger dinya xera bibe, şerê cîhanê yê sêyemîn derkeve ne xema CHPyê ye.
Wekî mînak qet vê pirsê ji xwe nakin: ‘Dema Şerê Cîhanê yê Yekem li herêma me sînor ji nû ve diyar dikirin eger şert cuda bûna dê niha çi bibûya?’
Bi egereke mezin dê bajarên ku em ji wan re dibêjim Heleb, Îdlib, Hema, Şam û Reqa dê wekî Dîlok, Hatay û Rihayê wilayetên me bûya.
Ji ber ku ev bajar li derveyî sînorên me mane nabe ku em ji binî pêwendiyên xwe bi mirovên xwe yên li wê derê re qut bikin.”
“Gef xwar”
Erdogan beyî ku nav bide gef li Rojayê Kurdistanê xwar û got:
“Îşalah em dê beşên mayî yên Sûriyeyê jî ji rêxistinên terorê û dagirkeran rizgar bikin û zemîna pêwîst amade bikin da ku birayên me bigihin hêlînên xwe.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihandibû ku ew dê alaya mixalefetê li herêmên Rêveberiya Xweser bilind bikin.
Erdogan ev bi bîr anî û got, “Ji kengî ve guhertina alayê têrî rûspîkirina dûvelankên PKKyê dike?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse