Li salona dadgehê 2 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê li saloneke dadgehê êrişeke çekdarî çêbû û di encamê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran ê Bursayê saet 11:00an dema rûniştina dozekê dihat lidarxistin kesekî bi çekê gule li 2 kesên gumanbar reşandin û cendirmeyan midaxele kir.
Piştî bûyerê avahiya dadgehê hat valakirin û li gorî zanyariyên destpêkê di encama êrişê de 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan di navbera her du aliyên dozê de dijminatî hebûye û ji ber vê yekê êriş hatiye kirin.