Çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî bi tohmeta sîxuriyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî Ehmed Qetie ku li Stenbolê winda ye.

Parêzerê çalakvanê mafê mirovan Ehmed Qetie, Halim Yilmaz ji Rûdawê re ragihand ku muwekilê wî bi tohmeta “sîxurtiyê” ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatiye girtin.

Parêzer û malbata wî ragihand ku ew idîa bi tu awayî ne rast e û ew ne sîxur e.

Ehmed Qetie siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî koçberan rexne dikir û dixwest ji bo civînekê biçe Fransayê.

Ew demek e winda bû û malbata wî tiştek li ser wî nizanibû.

Ew ditirsiyan ku tiştek were serê wî lê derket holê ku ew Stenbolê girtî ye.

Ehmed Qetie, roja 27 Çiriya Paşînê ji bo rêveberiya ewlehiyê hatibû gazîkirin, piştre winda bûbû.