18 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke ku navenda wê bajarê Tekîrdagê bû de li 4 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de 18 kes hatine destnîşan kirin ku li ser navê DAIŞê çalakiyan dikin.

Di çarçoveya lêkolînê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên Tekîrdag, Samsun û Bursayê yên Tirkiyeyê û li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girt û 18 gumanbar desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê di operasyonê de dest danî ser 2 demançe, hejmarek flamayên DAIŞê, gelek materyalên dijîtal, kovar û pirtûkên qedexekirî.

Kesên desteserkirî piştî temambûna karûbarên îfadeyê ya li Rêveberiya Ewlehiyê ji bo dadgehê hatin şandin.