Li Nigdeyê 2 karkeran canê xwe ji dest da

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nigde Karker Jehrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Nigdeyê ya Tirkiyeyê, îro 2 karkerên ku ji bo paqijkirinê ketin depoyeke avê bi jehrî ketin û canê xwe ji dest da.

Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Nigdeyê, li kargeheke meşrûbatê 5 karker ji bo paqijkirinê ketin depoya avê.

Karkerên bi navê F.S. yê 35 salî, U.K. yê 29 salî, B.Ş. yê 46 salî, D.C. yê 43 salî û O.B. yê 53 salî ji ber madeyên paqijiyê yên kîmyayî bi jehrî ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 5 karker veguhastin nexweşxaneyê lê karkerên bi navê F.S. yê 35 salî û U.K. yê 29 salî canê xwe ji dest da.

Herwiha metirsiya canî ya D.C. jî berdewam e û rewşa wî giran e.

Li gorî amarên Encûmena Ewlehiyê û Tenduristiya Karkeran (ISIG), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Paşînê 137 karkeran canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst