Erodagan derbarê Rojavayê Kurdistanê de: Navnîşan û dîroka vî karî nayê gotin

13-12-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Rojavayê Kurdistanê Operasyona Bejayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê operasyona bejahî ya li Rojavayê Kurdistanê got “Weke ez her car dibêjim dîsa dibêjim; navnîşan û dîroka vî karî nayê gotin.”

Erdogan derbarê Lûtkeya Serokên Tirkiye-Azerbaycan-Tirkmenistanê da wiha got: "Daxwaza min ew e ku em gaza Tirkmen bi rêya Xezerê bigihînin welatê xwe."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Yekemîn Lûtkeya Serokên Tirkiye-Azerbaycan-Tirkmenistanê bibe beriya ku here Tirkmenistanê li Firokxaneya Esenboga ya Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan li ser pirsa rojnamevanekî ya “Tê çaverêkirin ku Tirkiye di warê pêşkêşkirin û şandina gaza tirkmenan bo bazarên cîhanê de bibe yek ji rêyên alternatîf. Xebatên ku di vê çarçoveyê de hatine kirin de gihîştine kîjan qonaxê?” wiha bersiv da “

Em dê li wir wek sê alî behsa wan bikin, daxwaza min ew e ku em gaza Tirkmen bi rêya Xezerê bigihînin welatê xwe.”

Serokkomarê Tirkiyê li ser pirsa rojnamevanekî din ya “Hûn dixwazin li ser operasyona bejayî ya li Bakurê Sûriyeyê çi bibêjin?” wiha got:

“Weke ez her car dibêjim dîsa dibêjim; navnîşan û dîroka vî karî nayê gotin. Lê di Rêkeftina Soçiyê de hedefên ku em birêz Putin re gihiştinê diyar e. Min ev dîsa bi bîra wî xist. Armanca me bi taybetî ji sînor ber bi başûr bi kûrahiya 30 kîlometreyî armanceke me heye. Ji van cihan welatê me berdewam di bin gefa terorîstan de dimîne. Di demên dawî de ev bi awayekî cidî zêde bû. Ne pêkan e em li dijî van bêdeng bimînin. Di operasyona Pence-Kilîdê de em çi gavan davêjin, bi heman awayî li bakurê Sûriyê, ne pêkan e ku em li dijî êrîşên ku dem bi dem bo ser welatê me têne kirin, bêdeng bimînin. Em ji bo vêya jî hişyar dikin, bi bîr tînin û bi welatê dost Rûsyayê re gavên ku em ê dê li vêderê bavêjin bi hev re bikin û heta cibicî bikin, min piştevaniya wan xwest. Em di vê mijarê de bi ti awayî tawîzê nadin. Ji ber ku welatê min, di bin gefa terorê de ye û ji ber ku welatê min di bin gefa terorê de ye, pêwîst nake em ji kesekî destûrê werbigrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst