Kaplan: Li gor destûrê Erdogan nikare bibe berbijêr

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasermedarê Kurd û parlemanterê berê yê HDPê Hasip Kaplan ragihand ku li gor Destûra Bingehîn a Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan nikare bo cara sêyem bibe berbijêrê serokkomariyê.

Hasip Kaplan li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê berbijêrbûna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de bo postê serokkomariyê ya hilbijartinên 2023an peyamek belav kir.

Kaplan nivîsiye: “Serokkomar Erdogan nikare bo sê caran bibe berbijêr, herwiha eger di parlamentoyê de bi dengê 360 parlemanateran biryara hilbijartina pêşwext jî were dayîn. Di Destura Bingehîn de gelekî zelal e. Ji du caran zêdetir kesek nikare bibe berbijêrê Serokkomariyê. Ev bela jî hevalên wî anîn serê wî.”

Ev di demekê de ye di van rojên dawî de li ser medyaya civakî gotinên Erdogan ên beriya hilbijartinên borî ku gotiye "Ez dê cara dawî bibim serok" û herî dawî 11ê Kanûnê di gotara xwe ya li Samsunê de jî got "Ez dê cara dawî bibim berbijêr" bûne rojev.

Biryar e hilbijartinên bên di Hezîrana 2023an de bên kirin, eger ti guhertin çênebin û hilbijartineke pêşwext li Tirkiyê neyê kirin, ji ber di van rojên dawî de behsa gelek senaryoyan tê kirin.