Biryara bihincet a doza malbata Dedeogullari hat eşkerekirin

13-12-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Malbata Dedeogullari Konya Biryar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara bihincet a doza komkujîkirina 7 endamên malbata Dedeogullarî ya li Konyayê hat eşkerekirin. Kujerê malbata Dedeogullarî ji ber tawanên encam daye 7 caran bi girtina heta hetayî hat cezakirin û derbarê 12 gumanbarên din de jî biryara azadkirinê hat dayîn.

Proseya dadgehkirina Mehmet Altun ê ku 7 endamên malbateke Kurd li bajarê Konyayê kuştibûn û 10 gumanbarên din bi rêve çûbû û derbarê wan de biryar hatibû dayîn. Li kujer Mehmet Altun 7 caran cezaya girtina heta hetayê û ji ber sûcên cuda jî 10 sal cezaya girtîgehê hat birîn. Li aliyê din tometbarên din ên dozê hatibûn azadkirin.

Lijneya 4mîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê biryara bihincet a dozê eşkere kir.

Di biryara bi hincet a ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn a Konyayê ve hat amadekirin de, hat diyarkirin ku kujer Mehmet Altun bi plan tevgeriyaye û çalakiya xwe wisa kiriye, demançe û gelek gule hildane û bi wî awayî çûye mala qurbaniya û ev jî nîşan dide ku êriş di çarçoveya plansaziyekê de çêbûye.

Xwe wek xebatkarê şaredariyê da nasîn

Di biryarê de hat diyarkirin ku Altun ku xwe weke xebatkarê şaredariyê dide nasîn, mexdûran li hev kom dike û ji nêzîk ve guleyan berdide serê wan ku wan bikuje, ji ber vê sûcê "kuştina biplan û qestî" kiriye.

Di biryarê de hat îdiakirin ku Mehmet Altun ji ber şerê di navbera du malbatan da ev sûc kiriye, tu eleqeya vê bûyerê bi mijara dînî û nijadî re tune. Hat gotin wekîlên beşdarî dozê bûne her çiqas bibêjin eleqeya wê heye jî ev tu delîlekî nehatiye piştrastkirin.

Di beşeke din a biryarê de tê gotin ku  “Di parastina bersûc Mehmet Altun de ji qonaxa ewil ve û di parêznameyên dadgeha me yên di qonaxa dozgeriyê de û di parastina bersûcên din de ti daxuyanî û nîşana nîne ku qurbanî ji ber sedemeke etnîkî yan jî netewî hatibin kuştin.”

Weke "Komkujî an tawanên li dijî mirovahiyê" nehat qebûlkirin

Di berdewamiya biryarê de wiha hat gotin: “Di bûyerên ku ji yekî zêdetir kes bên kuştin de ev yek bi serê xwe wek jenosîd an jî tawanên li dijî mirovahiyê nayê dîtin.”

Di biryarê da hat destnîşankirin : “Bûyer bûyereke xetere ye, kuştî zêde ne, piştî bûyerê bersûc reviyaye, di nava civakê de ji ber vê bûyerê nerazîbûn çêbûye û bersûc poşmaniya xwe neaniye ziman. Ji ber van hemû sedeman ji bo edaleta cezayê dadgehê biryar da ku di cezayê wî de daxistin neyê kirin.”

Çi bibû

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Temûza 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Temûzê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê niştecîh bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivikayetî bi wan dihat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst