TIRKIYE - Veneqetandina budceyê bo xwendina Kurdî bû sedema nerazîbûnê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê budceya 2022 ya wezaretên perwerde, gihandin û jêrxanê hat pesendkirin. Qedexeya ser zimanê Kurdî û veneqetandina ti budceyekê bo xwendina Kurdî, kêmîne û olên din ên Tirkiyê bû sedema nerazîbûnê.

Kemal Bulbul, Parlamenterê HDPê, dibêje, “Ew baca ji gelê Kurd tê wergirtin, wek perwerdeya bi zimanê dayîkê bo gelê Kurd venegere. Li parlamentoyê nîşan X bo zimanê min tê danîn, ji ber Kurdî ye, wek Elewiyekî jî li ser deriyê mala min nîşana X tê danîn, wek HDPyiyekî jî beşdarbûna min di karê siyasî de qedexe ye; Sê X, sê hevkêşeyên nayên zanîn."

Di gotûbêjan de behsa pirsgirêka ziman di sektora tendirûstî de hat kirin, bi taybetî bo wan pizîşkên li Bakurê Kurdistanê kar dikin û Kurdî nizanin û ew Kurd jî ku nikarin bi zimanê Tirkî pirsgirêkên xwe bînin ziman.

Îmam Taşçier, Parlamenterê HDPê bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û çend nimûneyên wek “qolincên min diêşin, an di laşê min de ba heye” rêz kirin û got, “Li Tirkiyê em hemû dizanin 25 milyon Kurd dijîn, lê Kurd ji ber wêya nikarin bi zimanê dayîkê perwerde bibin, nikarin li beşê pizîşkî jî bi Kurdî bixwînin. Em hemû dizanin, nexweşek ji xeynî zimanê dayîkê zehmet e bi zimanekê din derdê xwe bîne ziman, bi taybetî eger ew nexweş nexwende be.”

Parlamentera HDPê Feleknas Uca ligel Tirkî bi zimanên Almanî û Kurdî jî axivî, ev jî bû sedema karvedana parlamenterên MHPê û mîkrofona wê parlamentera HDPê gelek caran hat girtin.

Feleknas Uca, Parlamentera HDPê, got, “Belê gelê me yê hêja, wek hûn jî dibînin, li vê meclîsê jî bêtehemluî li hemberî zimanê Kurdî û hemû baweriyên din heye, lê bila her kes baş bizane ku ev tirsa we ye û hûn dê biçin û HDP tê, HDP dê azadî, yekîtî û serkeftinê bîne vî welatî. Hûn têk diçin û em tên.”

Wezîrê Gehandin û Jêrxana Tirkiyê behsa projeyên bendav û pirên Bakurê Kurdistanê kir û îdîa kirk u xizmeteke zêde ya wê deverê kiriye.

Adil Karaîsmaîloglu, Wezîrê Gehandin û Jêrxana Tirkiyê, diyar kir, “Pira Hesen Keyfê, ku Batman û Midyadê bihev ve girê dide li ser bendava Ilisu… Binêrin, binêrin, projeyeke gelekî girîng e bo berhevkirina Tirkiyeya niha ligel Tirkiyeya caran. Pira Begendîk li ser Çemê Botan ku di navbera bajarokê Xîzana Bedlîsê û bajarikê Perwarî yê Sêrtê de hatiye çêkirin. Binêrin, li vê derê pireke biçûk dibînin, çendîn sal e ev yek rewa dîtin bo xelkê navçeyê. Ligel şewitandin û wêrankirina cihê mana tîmê projeyan, ev proje hat temamkirin. Ew rêya bi çendîn demjimêr dihat birrîn, bo deqeyekê hat kurtkirin."

Li beramber parlamenterên HDPê ji ber projeyên bendavan li Bakurê Kurdistanê ku di encam de li hinek navçeyan şûnwarên dîrokî yên girîng di bin avê de mane, desthilat wek "kujerê dîrokê" tohmetbar kirin.