4 partiyên Tirkiyê biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê red kirin

13-12-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Encûmena Pîran a Amerîkayê Cînosayda Ermeniyan HDP AKP MHP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyonên AKP, CHP, MHP û ÎPê li parlamentoya Tirkiyê, bi daxuyaniyeke hevbeş, biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê ya debarê ‘cînosayda Ermeniyan’ de şermezar kir.

Fraksiyonên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP)û Partiya ÎYÎ bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûna xwe li hember biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê nîşandan ew biryar redkirin.

Li aliyê din ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoliyê, belav kiribû ku fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ew daxuyaniya hevbeş îmze kiriye, lêbelê HDPê aşkere kir ku ew wê daxuyaniyê qebûl nakin û red kir ku wan îmze kiribe.

HDPê li ser hesaba xwe ya Twîtterê diyar kiriye, “Em daxuyaniya AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ ya derbarê biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê, qebûl nakin û dengê, ‘nexêr’ didin.”

Herwiha HDPê diyar kir, “Em bang dikin ku rûbirûbûn li gel hemû cînosayd û êşên ku li ser vê axê rû dane, pêk bê.”

Encûmena Pîran a Amerîkayê, duh bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan.

Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmen Pîran a Amerîkayê jî ragihandibû, “Me deng bi cînosayda Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”

Ev pêngava Encûmena Pîran a Amerîkayê di demekêde ye ku roja Çarşemê jî Komîteya Peywendiyên Derve li Encûman Pîran a Amerîkayê, deng da bo sepandina siza bi ser Tirkiyê de, ev jî li beramber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema moşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê wî welatî ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst