Demirtaş: 3 AKPyî, yekî HDPyî dadirizînin
Navenda Nûçeyan - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku 142 sal ceza jêre tên xwestin, li dadgehê axivî û got: "Niha 3 AKPyî, yekî HDPyî dadirizînin. Wiha hest dikim. Bi rastî dibêjim. Ev yek ji bo min giran e. Naxwazim parastinê bikim. Delîlên min hene, xwesteka min a pêşkêşkirinê nîne."
Dadgehkirina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê di roja duyem de berdewam e. Di rûniştina danê sibehê de daxwaza Demirtaş a redkirina dadwer, nehat qebûlkirin.
Li ser vêna Demirtaş ji heyeta dadgerê re got: "Ev dadgeh nikare wiha ligel me tevbigere. Eger hûn biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nasnakin vekirî binivîsin û bibêjin; ev biryara DMMEyê me girênade."
Demirtaş ji dadweran re got ku tişta hûn dikin tawan e û got: "Hûn erkê dadweriyê ji bo jinavbirina hilbijêr û nasnameya min a siyasî di berjewendiya desthilatê de bikar tînin. Hûn daxwazên me nabînin. Hûn kar û erkê xwe xirab bikar tînin. Hûn nikarin henekê xwe bi aqilê me bikin. Ez vê yekê qebûl nakim."
Demirtaş diyar kir ku ew ji destpêkê ve dizanin mercên darizandineke adil nînin û got: "Ez vê dizanim, niha sê AKPyî, yekî HDPyî dadirizînin. Wiha hest dikim. Bi rastî dibêjim. Ev ji bo min giran e. Naxwazim parastinê bikim. Delîlên min hene, xwesteka min a pêşkêşkirinê nîne."
Selahattin Demirtaş tekez kir ku eger serê xwe ji Erdogan re bitewanda niha li Koşkê bû û got: "Ji ber min serê xwe ji Erdogan re netewand li vê derê me, ez qet serê xwe ji vê bêedaletiyê re natewînim. Hûn jî nikarin serî bi min bidin tewandin. Hûn nikarin bi biryarên ne yasayî û li gor dilê Erdogan vê dadgehkirinê berdewam bikin. Ez nabêjim dadgehkirinê biqedînin an na. 142 sal tê xwestin? Hûn çiqasî didin bidin tirsa min nîne. Lê ez li vê derê rûmeta xwe nadim perçiqandin."