Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket

Navenda Nûçeyan – Berdevekê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr di parlamentoya Tirkiyê de got: “Ez weke parlamenterekî ji Kurdistanê hatime daxwaza min ew e ku ev der bibe banê hevbeş ê tirk û kurdan.” Li ser vê yekê parlamenterên AK Partiyê bertekên xwe nîşan dan.


Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr di rûniştina derbarê budçeyê de got, divê parlamentoya Tirkiyê hemû kesan hembez bike û wiha domand: “Ez weke kesekî kurd, nûnerekî ji Kurdistanê hatime û daxwaza min ew e ku ev der bibe banê hevbeş ê tirk û kurdan.”


Dema peyva Kurdistanê ji devê Osman Baydemîr derket parlamenterên AK Partiyê hers bûn û nerazîbûna xwe diyar kirin.


Wekîla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ayşenur Bahçekapilî jî ji Baydemîr pirsî “Kurdistan li ku ye?” Parlamenterê kurd Baydemîr jî destê xwe danî li ser dilê xwe û got: “Kurdistan ev der e.”


Ayşenur Bahçekapilî bi tundî ji Baydemîr re got: “Tu ne parlamenterê Kurdistanê yî, tu parlamenterê Rihayê yî.”


Li gorî yasayên Tirkiyê hêj navê Kurdistanê li wî welatî qedexe ye. Herwiha Tirkiyê qedexe kiriye, ku berpirsên hikûmetê û parlamanter peyva Kurdistanê bi kar bînin.


Li Tirkiyê ji bo Bakurê Kurdistanê û deverên kurdî, peyvên rojhilat û başûr-rojhilat tê bikaranîn.


(A.B)