Rêkeftina partiyên Tirkiyê yên ji bo hilbijartinan di rojevê de ne

13-12-2017
Emîn Aba
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan CHP AK Partî CHP HDP
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nêzîkbûna partiya desthilatdar AK Partiyê û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û dengoyên tifaqiya van herdu partiyan di helbijartinan de nêzikbûna partiyên dijbereyê Partiya Komarî ya Gel (CHP)  û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî xiste rojevê.

 

CHP bi daxuyaniyên xwe û politikayên xwe yên dawiyê bi eşkereyî daxwaza dengên kurdan dike ji bo desthilatdariyê li Turkiyê. HDPê jî hewlên CHPê li ber çav digire lê û dibêje CHPê yekem car divê daxwazên Kurd qebul bike.

 

Nan, giringtirîn doz nebû ji bo dengderekî HDPê Emîn Kan ku di helbijartinên dawiyê de deng dabû. Dengê xwe bi HDPê da çunke bi ya wî HDPê partiyeke layangirê Kurd e li Tirkiyê. Ev yek ji bo wî meseleyek prensîbê ye.

 

Emin Kan ji Rûdawê re wiha got: "Em naxwazin Kurd deng bide AKPê em dixwazin Kurd dengên xwe bidin HDPê."

 

Dikandar Kurd Emin Kandarê li Stenbolê, ji bo lawazbûna dengên partiya desthilatdariya AK Partiyê, pêşniyariya havpeymanetiyê ji bo partıya xwe HDPê dike û dibêje: “"Em dixwazin CHP û HDP, li dijî desthilatdariya yek kesî ya AKPê, tifaqê bikin."

 

CHP ew partiya ye ku ji hêla Mustafa Kemal Ataturk hatiye damezrandin. Îro boçûna vê partiya Tirk, ji partiyên dinên Tirk  nêzîktir e li meseleya Kurdî. Parlamenterekî endamê vê partiyê, bi zimanekî diaxifî ku nêzîkî zimanê HDPê bû.

 

Perlamenterê CHPê Gursel Tekin jî got: “"Bi fikirin li vê cografyê hema bêje hemû serok şaredaran, ji kar dûr xistine û li şûna wan qeyyum tayin kirine. Ew kesên ji hêla gel ve hatine helbijartin nikarin erkên xwe yên xizmeta gel bi cîh bînin. Herwiha serokê partiya ku li herêmê herî zêde deng girtiye jî di girtîgehê de ye."

 

Li qada siyasiya Tirkiyê rewşeke nû dirust bûye ku rengê hevpeymaniyetiyeke nû bixwaze. AK Partî ku serokê wê Recep Tayyip Erdogan e di demên paş de xwe bi pêşenga çareseriya kêşeya Kurd dida naskirin. Lê niha xwe nêzîkî partiya netewperest MHPê dibîne.

 

CHPê, ji bo destxistina dengên kurd helbete divê ji axaftinê zêdetir hewilan bid e.

 

Parlamenterê HDPê Celal Dogan jî wiha axivî: “Ji bo CHP bikare ji deverê dengan bistîne divê guh bide daxwazên Kuran. Bo nimûne mafê danîna perwerdeya zimanê dayikê . Lê min tu zelaliyek di gotênên vê partiyê nebihistiye heta niha."

 

Ev Parlamenterê endamê HDPê diyar dike ku deriyê guftûgoyê li gel CHPê ji bo dirust bûna havpeymanetiyekê vekiriye. Li gorî çavderên siyasî ev yek jî belkî take rêyeke ji bo bibin hereşeyeke ciddî li ser desthilatdariya AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst