TIHV raporek li ser qedexeya derketina derve li Bakurê Kurdistanê weşand

14-12-2015
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Qedexeya derketina derve
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Weqfa Mafê Mirovan li Tirkiyê TIHV derbarê qedexeya çûnûhatinê de ku li navçeyên bakûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve tên ragihandin, raporek weşand.

 

TIHV di rapora xwe de diyar kir, ku ji 16ê Tebax a îsal heta 11ê Befranbarê li 7 bajarên Bakûrê Kurdistanê û li 17 navçeyên wê 1 milyon û 299 hezar û 61 mirov ji qdexeya çûnûhatinê zirar dîtine.

 

Herwiha di wê heyamê de li 17 navçeyên Bakûrê Kurdistanê 52 caran qedexeya derketina derve û hatinûçûnê hatiye ragihandin.

 

Di raporê tê gotin, ku dema herî dirêj a qedexeya derketina derve li Bakurê Kurdistanê 14 rojan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst