Firotina xaniyan zêde bûye: Herî kêm li 2 bajarên bakurê welêt hatin firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku herî kêm li parêzgehên Erdexan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê û Bayburtê ya Tirkiyeyê xanî hatine firotin.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên firotina avahiyan ên meha Çiriya Pêşîn eşkere kirin.
Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Pêşîn li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedî 76 zêde bûye û 165 hezar û 138 xanî hatine firotin.
10 mehên îsal li gorî heman mehên sala 2023yan firotina xaniyan ji sedî 11,9 zêde bûye û milyonek û 112 hezar û 374 xanî hatine firotin.
Meha Çiriya Pêşîn herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî li parêzgehên Colemêrg û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Bayburtê ya Tirkiyeyê xanî hatine firotin.
Li Colemêrgê meha Çiriya Pêşîn tenê 76 xanî û li Erdexanê 112 xanî hatine firotin.
Li Stenbolê 24 hezar û 812 xanî, li Enqerê 15 hezar û 257 xanî û li Îzmirê 8 hezar û 658 xanî hatine firotin.
Her wiha meha Çiriya Pêşîn rêjeya xaniyên ji bo welatiyên biyanî hatine firotin li gorî heman meha sala borî ji sedî 16,3 kêm bûye û 2 hezar û 122 xanî hatine firotin.
Biyaniyan herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne
Welatiyên biyanî herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne.
Biyaniyan li Antalyayê 750, li Stenbolê 724 û li Mêrsînê 148 xanî kirîne.
10 mehên sala 2024an li gorî heman mehên sala borî firotina xaniyan ji bo biyaniyan ji sedî 37,2 kêm bûye û 19 hezar û 212 xanî hatine firotin.
Meha Çiriya Pêşîn welatiyên Rûsyayê bi kirîna 373 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi kirîna 172 xaniyan duyemîn, welatiyên Ukraynayê jî bi kirîna 136 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.
Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin.
Her biyaniyê ku li Tirkiyeyê bi 400 hezar dolarên Amerîkî veberhênanê bike yan jî milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyeyê distîne.
Ev reqem heta dawiya sala 2021ê 250 hezar dolarên Amerîkî bû û meha Kanûna Paşîn a 2022yan bû 400 hezar dolarên Amerîkî.