Erdogan gef li Qamişloyê xwar

13-11-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyip Erdogan Rojavayê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Em çima li Qamişloyê bi hêzên ewlehiyê gavên pêwîst davêjin? Em dixwazin li wê derê rêxistina terorê tine bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema ji Azerbeycanê vedigeriya welatê xwe, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan derbarê avakirina “herêma ewle” ya bi kûrahiya 30 kîlometreyî li Rojavayê Kurdistanê got:

“Mijara kûrahiya 30 kîlometreyî ya ji terorê hatiye paqijkirin heye. Di mijara kûrahiya 30 kîlometreyî de li nav Sûriyeyê pêngavên tinekirina rêxistinên terorê hebû.”

Erdogan behsa êrişên Tirkiyeyê yên li Qamişloyê kir û got:

“Niha herêma Qamişloyê bifikirin. Em çima li Qamişloyê bi hêzên ewlehiyê gavên pêwîst davêjin? Ji ber ku em dixwazin li wê derê rêxistina terorê tine bikin.

Em bi van pêngavên hêzên ewlehiyê, bi awayekî cidî pêşketin û ncamên girîng bi dest ketin.

Rêxistina me ya îstixbaratê û hêzên me yên ewlehiyê bi encamên ku li wê derê wergirtin aramiya Tirkiyeyê zêdetir kir.

Ji bo ewlehiya welatê me û aramiya welatiyê me, operasyonên li derveyî sînor berdewam di rojeva me de ne.”

Erdogan her wiha amaje bi yekê kir ku dema hest bi gefekê bikin ji bo operasyonên derveyî sînor amadehiyên wan hene û wiha pê de çû:

“Bila kesek ji rêza me ya li bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê gumanê neke.

Lê li bakurê Sûriyeyê neseqamgiriyeke temam heye. Rêxistinên terorî ji vê rewşa aloz sûdê werdigirin û li wê derê bi cih dibin.

Neseqamgiriya li Sûriyeyê û hebûna rêxistinên terorî li wê derê ji be ewlehiya me rîsk e. Armanca hemû operasyonên me yên li dijî DAIŞê an jî PKK/PYD/YPGyê ji bo dabînkirina ewlehiya me ye.

Ji îro û pê de jî em dê ji bo vê yekê pêngavan bavêjin. Li sînorên me heta niha jî qadên di destê terorîstan de hene û ev ji bo ewlehiya me rîsk e.

Heta em wan cihan bi temamî paqij nekin û terorê tine nekin, ne pêkan e ku em ewlehiya xwe bi temamî dabîn bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst