Nêviyê Şêx Seîd bersiv da Bahçelî: Şêx Seîd û Seyîd Riza şehîd in lê tu zelîl î

Hewlêr (Rûdaw) - Nêviyê Şêx Seîd yê bi navê Muhammed Sabir Firat bersiv da heqeratên Bahçelî yên li Şêx Seîd û Seyîd Riza kiribûn û got, “Ew li ba Xweda şehîd in lê bê guman tu ji wan kesan î ku Xweda ew kêm, nizm û zelîl kirine.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî doh di komcivîna partiya xwe de, heqerat li rêberên Kurdan kiribû û gotibû, “Şêx Seîd û Seyît Riza xayînên wê demê ne, ew terorîstên cudaxwaz in.

Ew dijminê civat, komar û dewletê ne û wekî heq kirine hatin cezakirin.”

Endamê Desteya Birêvebir a Partiya Saadetê û nêviyê Şêx Seîd parêzer Muhammed Sabir Firat li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn nîşanî heqeratên Bahçelî da.

"Şêx Seîd û Seyîd Riza şehîd in lê tu zelîl î"

Muhammed Sabir Firat ji Bahçelî re wiha got:

“Em heqaretên ku te li Şêx Seîd Efendi û Seyîd Riza kirine li te vedigerînin. Ew li ba Xweda şehîd in lê bê guman tu ji wan kesan î ku Xweda ew kêm, nizm û zelîl kirine.

Ji vê çîroka Sadî Şîrazî dersê bistîne:

Kesê ku qenciyê dike xirabî nayên serê wî û kesên ku xirabiyan jî dikin ew û qencî rastî hev nayên.

Serê ku bi xirabiyê difikire di rêya xirab re diçe û wekî dûpişkan zêde di qula xwe de namîne.

Eger di dilê te de fikra qenciyê nebe, yan tu yan kevir, ti ferq nîne!

Hevalê min ê dilnizm, min xeletî kir ku xirabî dişiband kevir. Ji ber ku kevir, hesin û tûnc jî bi kêr in.

Mirovên wiha xirab bimirin baştir e, bihêle bila ew bimirin.

Her mirov ji heywanan ne çêtir û bi qîmettir re. Bi ya min baştir e li şûna ku mirov bi kesekî xirab re bijî bi heywaneke hov re bijî.

Ji ber ku mirovên xirab ji heywanên herî hov kêmtir û riswatir in.

Yên ku tenê xwarin, vexwarin û razanê wekî marîfet dihesibînin, çawa dikarin ji heywanan bi qîmettir bin!

Peyayekî ku bi rê dizane berî hespsiwarê ku bi rê nizane û rêberê wî nîne digihe cihê xwe.

Yê ku tovên qenciyê biçîne, dê bigihêje bêndera aştî û bextewariyê.

Min di jiyana xwe de ti carî nebihîstiye ku mirovekî xirab bi rengekî baş hatiye bibîranîn."