Li Meclisa Şaredariya Rihayê qeyûm hat şermezarkirin: ‘Bi rûmet be û red bike’
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê Partiya Yenîden Refahê Ahmet Tuysuz bangî qeyûmê Xelfetiyê kir û got, “Bi rûmet tevbigere û qeyûmtiyê red bike.”
Civîna meha Çiriya Paşîn a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê duh bi serpereştiya Serokwekîlê Şaredar Ahmet Aksoy hat lidarxistin.
Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan û qeyûmê Xelfetiyê Hakan Başoglu jî beşdarî civîna meclisê bûn.
Endamên DEM Partî û Partiya Yenîden Refahê di civîna meclisê de biryara tayînkirina qeyûmê Xelfetiyê şermezar kir.
Şaredarê Karakopruyê Nihat Çîftçî, Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Ahmet Tuysuz danîna qeyûm şermezar kir.
Ahmet Tuysuz nerazîbûn nîşanî qeyûmê Xelfetiyê da û bangî wî kir ku bi rûmet tevbigere û kursiyê qeyûmtiyê red bike.
"Bi rûmet tevbigere û qeyûmtiyê red bike"
Ahmet Tuysuz wiha got:
“Ez wiha dizanim ku kiryarên qeyûm li navxwe ti sûdê nagihînin wî bajarî û Tirkiyeyê û di heman demê de îradeya xelkê bin pê dikin.
Ev xesb dibe sedema xizmetnekirinê.
Ez ji qeymeqamê me yê Xelfetiyê yê beşdarî nav me bûye re bi taybetî pêşniyar û daxwaz dikim ku wekî qeymeqamê li Amedê bi rûmet tevbigere û qeyûmtiyê red bike.”