TIRKIYE - Di çar rojan de 5 hezar û 309 kes hatin desteserkirin

13-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Alî Yerlîkaya Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di çar rojan de 5 hezar û 309 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Alî Yerlîkaya, ev kes li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine desteserkirin û berê bi tohmetên cuda derbarê wan de biryara girtinê hebûye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê nivîsiye:

"Li 81 parêzgehan bi hevkariya parêzgarî, qeymeqamî, rêveberiyên ewlehiyê, polîs, hêzên parastina peravan û cendirmeyan, di  çarçoveya oparasyona bi navê “Çember”ê de, di nav çar rojan de 5 hezar û 309 kesên ku berê bi tohmetên cuda derbarê wan de biryara girtinê hebû hatine desteserkirin."

Alî Yerlîkaya di berdewamiya peyama xwe de got:

"Ji kesên hatine desteserkirin, derbarê 10 kesan de berê biryara 10 sal cezayê girtîgehê heye.

Di heqê 41 kesan biryara 5 heta 10 sal cezayê girtîgehê û 5 derbarê hezar û 258 kesan de jî biryara 0-5 sal cezayê girtîgehê heye."

Alî Yerlîkaya eşkere nekiriye ka wan kesan “çi tawan kirine” yan “ji ber çi tohmet û tawanan” hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst