Reqs û dansa wan a roja mirina Ataturk bû rojev

Hewlêr (Rûdaw) – 10ê Çiriya Paşînê ku roja mirina Mustafa Kemal Ataturk e li bajarê Burdurê yê Tirkiyeyê partiyeke ecînê hat dayîn.

Reqs û dansa kesên ku beşdarî partiyê bûne di torên civakî de bû rojev.

Li gorî angaştan, ev partî 10ê vê mehê li Rêveberiya Tenduristiyê ya Burdurê hatiye dayîn û dîmen di torên civakî de hatine belavkirin.

Parêzgeriya Burdurê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wan li ser vê mijarê dest bi lêpirsînê kiriye.

Avakarê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk, 10ê Çiriya Paşînê ku roja mirina wî ye bi merasîman tê bibîranîn.