ISIG: Meha çiriya pêşînê 150 karkerî canê xwe ji dest daye

13-11-2023
RÛDAW
Nîşan ISIG Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  ISIGê ragihand ku di nava meha çiriya pêşînê de 150 karkerî canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya meha çiriya pêşînê ya li ser mirina karkeran eşkere kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha çiriya pêşînê de 150 karkerî li ser kar canê xwe ji dest daye.

Ji sersalê ve hezar û 634 karkeran canê xwe ji dest daye

Ji destpêka salê heta niha jî hezar û 634 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora ISIGê, meha kanûna paşînê 116 karkeran, sibatê 195 karkeran, adarê 130 karkerî, nîsanê 123 karkeran, gulanê 146 karkeran, hezîranê 161 karkeran, tîrmehê 183 karkeran, tebaxê 201 karkeran, îlonê 152 karekran û çiriya pêşînê jî 150 karkerî li ser kar canê xwe ji dest daye.

Meha çiriya pêşînê herî zêde di sektorên avahîsazî û rêyan de mirinên li ser kar çêbûne ku 41 karkeran canê xwe ji dest daye.

20 karkeran di sektora veguhastinê de, 17 karkeran di sektora çandiniyê de û 75 karkeran jî di sektorên din ên cuda de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst