Li Boluyê welatiyekî Îraqî di mala xwe de mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Boluyê yê Tirkiyeyê piştî ku du rojan ti agahî jê nehatin wergirtin, welatiyekî Îraqî yê bitemen di mala xwe de mirî hat dîtin.

Du rojan ti agahî ji Nasar Ahmed Feysel Xezaliyê 75 salî nehat wergirtin û kesekî nizanîbû çi pê hatiye.

Piştî vê yekê xizmekî wî derengê şeva borî çû mala wî ya li Taxa Tabaklarê.

Xizmê Nasar Ahmed, dema bi mifteya yedek derî vekir û ket hundir, dît ku Nasar qet tevnagere û alîkarî xwest.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Dema tîmên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê û pişkinîn kirin, wan dît ku Nasar Ahmed Feysel Xezalî yê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termê wî kesê bitemen bi armanca otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Izzet Baysalê ya Boluyê.