Hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştin, hewl da xwe jî bikuje

13-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ozgur Nayman Sevilay Nayman Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, kesekî piştî ku bi çekê hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştin, hewl da bi heman çekê xwe jî bikuje.

Bûyer şeva borî li Kolana Yokuşbaşiyê ya Taxa Haciahmetê ya navçeya Beyogluya Stenbolê çêbû.

Ozgur Naymanê 33 salî, ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn gule li hevjîna xwe Sevilay Nayman (40) û sê zarokên xwe reşandin.

Ozgur Nayman piştre hewl da bi heman çekê xwe jî bikuje.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.

Heta tîmên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê, Sevilay Nayman û her sê zarokên wê canê xwe ji dest da.

Herwiha tîmên tenduristiyê Ozgur Nayman jî bi birîndarî veguhast nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst