Dogu Perinçek: Em di demek nêzîk de diçin Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ragihand, dê li ser vexwendina Serokê Sûriyê Beşar Esad serdana Şamê bikin.

Dogu Perinçek îro 13ê Mijdara 2022ê li Stenbolê di “Hevdîtina Çareseriyê ya Gaziosmanpaşayê” de axifî. Perînçek got: “Serokê Sûriyê Beşar Esad em vexwende Sûriyê. Dê di demeke nêzîk de ez û Ethem Sancak û şanda Partiya Vatanê biçin Sûriyê.”

Perinçek dibêje: “Binêrin bi hevkariya ligel Sûriyê de çi hene? Bi Sûriyê re nehiştina hemû rêxistinê terorê, rêxistinên terorê yên etnîkî, rêxistinên terorê yên cudaxwaz û hinek rêxistinên terorê wek DAIŞê ku di bin alaya Îslamê de neyartiya Îslamê dikin heye. Dabînkirina ewlehiya Sûriyê bi operasyonên hevbeş ên artêşên Tirkiyê û Sûriyê û bi vî awayî vegera bi awayekî ewle ya mêvanên Sûrî yên li welatê me bê amadekirin. Rakirina barekî mezin ji pişta Tirkiyê û nehiştina Amerîkayê li Rojhilata Navîn. Em ê di van waran de bi hikûmeta Sûriyê re biryarên hevbeş werbigrin. Em di nav van hewldanan de ne.”

Perinçek herwiha rexne li serdana şanda AKPê ya bo HDPê jî girtin û ragihand: “HDP kî ye? Xirabkerê destûrê ye û baskê PKKê ku dixwaze Tirkiyê parçe bike. Dê bi xirabkerê destûrê re, destûrê çê bike. Bi xirabkerê destûrê re, destûrê çê dibe? Mirov dikare bi xirabkerê destûrê re, destûrê xirab bike. Weke Partiya Gel a Komarî, weke ÎYÎ Partiyê… Ew dostên HDPê û FETO ne. AK Partî li vê derê nikare helwesteke bi bandor werbigre. Serdana HDP ya di bin maseya 6 partiyan de dike.”