Li Tirkiyê 'lêgerîna tazî' bû 'lêgerîna bi hûrgilî'

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê pênaseya “lêgerîna tazî” wek “lêgerîna bi hûrgilî hat gûhertin û ev biryar bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojnameya fermî de hat belav kirin.

Derbarê vê biryarê de Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir ku guhertina navê “lêgerîna tazî” ne çareserî ye û got: “Ji bo çareseriyekê ya rast divê destpêkê ji girtiyan û gel lêborîn were xwestin.”

Gergerlioglu diyar kir ku guhertina vê rêziknameyê serkeftina parêzvanên mafên mirov û berxwedana kesên mexdûr bûye û got: “Dixwazin navê ‘tazî’ ji nav bibin. Ew jî dizanin ku ev peyv sûc e. Lê em ê bibînin ka wê ev gûhertin pratikê çiqasî biguherîne. Divê ev sepan bi temamî ji holê wer rakirin. Ev kiryareke bi zanebûn e.”

Gergerlioglu wiha berdewam kir “Bi vê guhertinê rastiya xwe qebûl kirin. Guhertin eşkere dibêje ku ‘me lêgerîna tazî kiriye’. Bi giştî heta guhertinek çênebe, lêgerîna tazî bi dawî nabe. Guhertina navê ‘lêgerîna tazî’ ne çareserî ye. Ji bo çareseriyekê ya rast divê ji girtiyên rûbirûyî vî karî bûne û gel lêborîn bê xwestin.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu sala borî ji ber ku “lêgerîna tazî” xistibû rojeva Tirkiyê, parlamenter û rayedarên AK Partiyê nerazîbûn nîşandabûn.