Ahmet Altan dîsa hat girtin

13-11-2019
RÛDAW
Nîşan Ahmet Altan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan ku di 4ê Mijdarê de hatibû berdan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dîsa hat desteserkirin.

Ji bo Ahmet Altan ku 4ê Mijdarê ji girtîgehê hatibû berdan, serdozgeriyê ji nû ve biryara girtina wî derxist.

Ahmet Altan ku piştî hewldana drabeyê ya 15ê Tîrmehê hatibû girtin û herî dawî cezayê muebetê hatibû hilweşandin û bi 10 sal 6 mehan hatibû sizadan.

Altan, piştî 3 sal û nîvan 4ê Mijdarê di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn de, hatibû berdan.

Altan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat desteserkirn û biryar e îro Altan bişînin Girtîgeha Silivriyeyê.

Rojnanemvan Altan beriya niha jî ji heman dozê hatibû berdan û piştî kurtedemekê dîsa hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst