Xelk li hev sor bûye: Sedemên zêdebûna kuştinan çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyerên kuştinê roj bi roj zêdetir dibin.

Di kêmtir ji 24 saetên borî de herî kêm 10 kes hatin kuştin û 5 kes jî hatin birîndarkirin.

Şeva borî li Hatayê karkerên avahîsaziyê yên ji Amed û Agiriyê pev çûn.

3 karker hatin kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Li Amedê zavayek û malxwezûranên jî pev çûn û zava û pismamekî xwe hatin kuştin.

Li navçeya Goksunê ya Mereşê kur û bav pev çûn, kur bi tifingê bavê xwe kuşt.

Li Şirnexê jî 2 malbat bi kêr, dar û keviran pev çûn û 2 kes birîndar bûn, birîna yekî ji wan xedar e.

Li navçeya Orhaneliyê ya Bursayê neviyekî pere ji bapîrê xwe xwestin lê dema bersiva neyînî wergirt, bapîrê xwe tevî jina ku pê re dijiya û kesekî din kuştin.

Li Kayseriyê jî şahî bû şîn, kesekî bi çifteyê guleyên kêfxweşiyê reşandin lê li pismamê xwe xist û ew kuşt.

Endamê Desteya Birêvebir a Weqfa Umutê ya bi rûbirûbûna biçekbûna şexsî û çekên bêruxset, bijîşkê psîkiyatrîst Ayhan Akcan li ser sedemên zêdebûna bûyerên kuştinê bersiva Rûdawê da.

“Çekên şexsî jî gelekî berbelav in”

Endamê Desteya Birêvebir a Weqfa Umutê Dr. Ayhan Akcan li ser sedemên kuştinan anî ziman:

“Mixabin tundûtûjiya civakî gelekî berbelav e û pirsgirêkên cidî yên aboriyê hene.

Bi taybetî pirsgirêkên civakî gelekî girîng in. Bêkarî û bihabûn, pirsgirêka debarê û problemên ji ber hêrsbûnê.

Mixabin ji ber van sedeman mirov bi wan kesên di nav civakê de û pê re dijîn an jî kesûkar û malbata xwe de diteqin ku em jê re dibêjin ekstansiyon.

Mixabin ji ber van jî bûyerên wiha zêde bûne. Kesên wiha hevjîn û zarokên xwe dikujin û piştre dawî li jiyana xwe tînin.

Faktora duyem jî mixabin çekên şexsî jî gelekî berbelav in û mirov dikarin her dem bi hêsanî xwe bigihînin çekan.

Ji xwe ji sedî 85ê bûyerên kuştinê jî bi çekan tên kirin.”

Akcan bangî Hikûmeta Tirkiyeyê jî kir ku li ser zêdebûna bûyerên kuştin û tundûtûjiyê demildest tedbîran bistîne.

“Divê dewlet tedbîran bistîne”

Endamê Desteya Birêvebir a Weqfa Umutê Dr. Ayhan Akcan her wiha anî ziman:

“Bi taybetî divê tedbîrên dadî û ewlehiyê werin wergirtin lê ew jî têrê nakin.

Ji ber ku em di van bûyeran de dibînin ku kesên tawanan dikin dibin makîneyên tawanan.

Tevî ku biryara wan a girtinê jî heye ew kes tên berdan lê hûn tenê bi lêkolîn, yasa û tedbîrên ewlehiyê jî nikarin vê çareser bikin.

Li ser hêrs û pirsgirêkên derûnî yên kesan divê dewleta civakî bikeve livûtevgerê û bi civaknas, derûnnas û xebatkarên civakî re bixebitin.

Bi taybetî divê dewlet tedbîrên xwe yên parastinê bilez wergire lê mixabin heta niha me ev yek nekiriye.”

Li gorî amarên Weqfa Umutê ji destpêka salê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 719 bûyerên tundûtûjiyê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 676 kes hatine kuştin û beşek ji wan bi giranî 2 hezar û 869 kes jî birîndar bûne.

Di 430 bûyeran de amûrên wekî kêr û satore û di 2 hezar û 289 bûyeran de jî çek hatine bikaranîn.