DEM Partî: Zayend û neteweya hevseroka me dikin hedef

3 demjimêr berê
Nîşan Tulay Hatîmogullari DEM Partî Êriş Jinbûn Erebbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê got, “Em êrişên nijadpersetane û zayendperestane yên li ser Hatîmogullariyê şermezar dikin.”

Lijneya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê li ser êrişên ku Tulay Hatîmogullariyê dikin hedef daxuyaniyek da.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari sêşema borî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Hatîmogullariyê di beşeke axaftina xwe de got:

“Li ser gelên Rojhilata Navîn pergaleke emperyalîst tê sepandin. Dixwazin ji nû ve nexşeyê xêz bikin.

Ji vir em banga aştiyê li hemû gelan, bi taybetî jî li welatê me û herêma me dikin.

Werin em tevgereke aştiyê ya gerdûnî ya ku sînoran nas nake birêxistin bikin!

Ev pêdiviya serdemê ye û li gorî geşedanan erka me ya bingehîn e.”

Piştî van gotinên Hatîmogullariyê gelek rexne lê hatin girtin ku sînorên Tirkiyeyê diparêze.

“Bi îfadeyen derew û şaş hatiye manîpulekirin”

DEM Partiyê destnîşan kir ku gotinên Tulay Hatîmogullariyê ji rastiyê hatine dûrxistin û got:

“Daxuyaniya hevseroka me ji konteksta wê hatiye dûrxistin û bi îfadeyen derew û şaş hatiye manîpulekirin.

Ev kampanyaya ku li ser torên civakî dest pê kiriye parçeyek e ji pêla êrişan a nijadperset, tarî û rezîlane.”

“Êriş li ser Erebbûna wê û zayenda wê tên kirin”

DEM Partiyê diyar kir ku bi rêya Erebbûn û jinbûna wê êrişî Hatîmogullariyê dikin û li pey çû:

“Êriş li ser Erebbûna wê û zayenda wê tên kirin û digihin sînorên nijadpersetî û zayendperestiyê.

Em dizanin bê ma kî van êrişan organîze dike, her wiha em dizanin ku bi rêya hesabên sexte rojev tê afirandin û wesfê têkoşîna bihevre û hevpar a DEM Partiyê tê hedefgirtin.

Em qet destûrê nadin ku bi rêya bêbextiyên zayendperestî û nijadperesetiyê yên ku bi rêya hesabên trol tên serwîskirin operasyon li DEM Partiyê bê kirin.”

“Mil daye têkoşîna gelê Kurd”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hatîmogullariyê di hemû jiyana xwe ya siyasî de mil daye têkoşîna gelê Kurd û li kêleka gelê Kurd sekiniye.”

DEM Partiyê amaje pê kir ku dê binyata pirpêkhateyî, pirnasnameyî li hemberî hemû nijadpersetî û zayendperestiyan li ber xwe bide û got:

“Em vê êrişa nijadpersetane û zayendperestane ya li ser hevseroka xwe ya Giştî Tulay Hatîmogullariyê şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst