Mijar vê carê Xala 3yem e: Gotinên Kurtulmuş bûn rojev!

13-10-2024
Nîşan Numan Kurtulmuş Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê Xala 3yem Rexne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamantoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş rexne li Xala 3yem a Destûrê girtin û bi carekê re hat rojeva siyasetê.

Numan Kurtulmuş, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li Bernameya Sala Akamedîk a Zanîngeha Gaziyê axivî.

“Welatê dewletê çênabe”

Kurtulmuş di axaftina xwe bal kişand ser Xala 3yem a Makeqanûna Tirkiyeyê û got:

“Divê têgeha ‘Dewlet bi welatê xwe û miletê xwe yek e û parçe nabe’ biguhere çimkî welatê dewletê çênabe, miletê dewletê çênabe.

Divê bi rengê, ‘Milet bi dewleta xwe û welatê xwe yek û parçe nabe’ were sererastkirin.

Bi ya min girîng e û ev têgihiştina bijarker û dewletparêz di makeqanûna nû de bi têgihiştineke nû ya dewletê were hûnandin ku bi hêza milet bilind dibe.”

Numan Kurtulmuş diyar kir ku ji bo guhertina destûrê divê rê li ber pêvajoyekê were vekirin ku her kes karibe fikrên xwe bi zelalî eşkere bike.

Serokê Parlamantoya Tirkiyeyê diyar kir ku destûrên 1961ê û 1982yan îdeolojiyan li xwe dihewînin û berdewam kir:

“Divê destûr bi awayekî were nivîsandin ku bersivê bide pêdivî û xwestekên gel, her wiha berjewendiyên gel û yekîtî û bihevrebûna gel biparêze.”

Piştî van gotinan, bi taybetî li ser torên civakî gelek rexne li Kurtulmuş hatin girtin.

Baroya Stenbolê jî daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirkiyeyê bi welatê xwe û miletê xwe yek e u parçe nabe.”

Divê were gotin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu berê diyar kiribû ku ew li dijî Xala 4an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ne.

Ev gotinên Yapicioglu di nav partiyên siyasî yên Tirkiyeyê de bûbûn sedema nîqaş û bertekên tund.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst