Mînîbusa karkeran wergeriya: 2 mirî, 13 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Karamanê ya Tirkiyeyê mînîbûsa karkerên çandiniyê wergeriya, 2 karker mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Mersîn û Karamanê vê sibehê mînîbûseke veguhastinê ya karkerên demsalî yên çandiniyê ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî agahiyan, karkerên bi navên Ferîde Keskîn a 59 salî û Adem Poyraz ê 8 salî mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê karkerên birîndar birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Karamanê.