TRT Farisî vedibe: ‘Divê em Îranê aciz bikin’

Hewlêr (Rûdaw) – Midûrê Giştî yê TRTyê Zahîd Sobaci ragihand ku dê TRT Farisî vebe û got, “Divê em Îranê aciz bikin.”

Midûrê Giştî yê TRTyê Zahîd Sobaci li Zanîngeha Bursa Uludagê dersa destpêka sala perwerdeyê da û rojev nirxand.

“Em mecbûr in ku Îranê aciz bikin”

Zahîd Sobaci diyar kir ew dê TRT Farisiyê vekin û wiha got:

“Em dê dawiya îsal TRT Farisiyê vekin û em mecbûr in ku Îranê aciz bikin.”

Sobaci da zanîn, ew bi 41 ziman û zaravayan weşanê dikin û ew hewl didin ku li qada navneteweyî dengê Tirkiyeyê zêdetir were bihîstin.

Li gorî Zahîd Sobaci, ev gava wan a vekirina TRT Farisiyê jî dê ji bo vê armanca wan bibe qonaxek.

Piştî vê daxuyaniyê gelek kesên siyasî bertek nîşanî axaftina Sobaci ya bi rengê “Em mecbûr in ku Îranê aciz bikin” da.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag bi rêya hesabê xwe yê Xê got, “TRT dê li dijî Îranê dest bi weşanê bike. Bi ya me ev gaveke xelet e.”

TRT (Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê) sala 1964an hatiye damezirandin û li ser navê dewletê weşanên radyo û televîzyonê dike.