Li Hatayê karker bi kêran bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ya Hatayê di pevçûna bi kêran a karkerên avahîsaziyê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, şeva borî li Antakyayê di navbera hinek karkerên avahîsaziyê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî ji nîqaşê karkeran bi kêran êrişî hev kir.

Di pevçûnê de 2 karker bi kêran hatin kuştin û karkerek birîndar bû.

Hat ragihandin ku karkerên hatine kuştin ji navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê ne.

Li aliyê din, li gorî rojnameyên herêmî yên Agiriyê jî di wê pevçûnê de 3 karkeran cane xwe ji dest daye.

Li ser bûyerê heta niha daxuyaniyeke fermi nehatiye belavkirin û lêpirsîn berdewam dike.