Li Afyonê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Afyonê yê Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku erdhejê saet 03:14an rû daye.

Li gorî AFADê mezinahiya erdhejê 4,4 pile û kûrahiya wê jî 10,26 kîlometre ye.

Xelk piştî erdhejê ji malên xwe derket û demekê li derve ma.

Parêzgariya Afyonê da zanîn ku tîmên wan ji bo tesbîtkirina xisaran dest bi xebatan kiriye lê heta niha agahiya rewşeke neyînî nehatiye ji wan re.