Tirkiye: Neçarkirina Filistîniyan a ji bo koçê nayê qebûlkirin

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Filistîn Hemas Îsraîl
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku neçarkirina Filistîniyan a koçê ji aliyê Îsraîlê ve nayê qebûlkirin.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de di roja heftemîn de berdewam e.

Heta niha ji her du aliyan zêdetirî 2 hezar û 500 kes hatine kuştin û zêdetirî 9 hezar kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ji bo ku operasyoneke bejayî li dijî Hemasê li bajarê Xezeyê bide destpêkirin, bi balafiran belavok bi ser Xezzeyê de avêtin.

Îsraîlê ji 1.1 milyon welatiyên Xezeyiyan xwest ku di 24 demjimêran de ji bakurê Xezeyê biçin başûrê wê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî piştî vê yekê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe li hemberî vî karê Artêşa Îsraîlê ragihand.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku bi zorê neçarkirina Filistîniyan ji bo koçê bi eşkere binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û got:

“Banga artêşa Îsraîlê ku dibêje divê nifûsa Filistînê ya ku li bakurê Xezeyê dijîn di 24 demjinêran de vekêşin başûrê Xezeyê bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê anî ziman:

“Neçarkirina 2,5 milyon xelkê Xezeyê ji bo cihek sînordar ku bi rojan bêyî cûdakirin rûbirûyî bombebaranan dibin, ji av, elektrîk û xorakê bêbeş in, bi eşkere binpêkirina hiquqa navdewletî ye û cihê wê di mirovayetiyê de nîne.

Em li bendê ne ku Îsraîl bilez ji vê xeletiya xwe vegere û dawiyê li çalakiyên xwe yên li dijî xelkê sivîl bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst